Kongra Star: Rayedarên Iraq û Başûr bi bêdengiya xwe dibin berpirsê komkujiya Zaxoyê

Rêveberiya Xweser û TEV-DEM’ê, Kongra Star û PDKS’ê bi daxuyaniyan komkujiya li Zaxoyê ku ji aliyê Tikriyê ve pêk hat, şermezar kirin. Di daxwiyaniyan de hat gotin: “Pêwîste li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk helwestên zelal bê nîşandan.”

Kongra Star jî li ser komkujiya li Zaxoyê daxuyanî da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de ev komkujî weke sûcekî mirovahî bi nav kir û got: “Rayedarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê berpirsyarin.

Ji ber her li hember van êrişan bê deng man e û li hemberî wê helwestekê nîşan nadin.”

Di dawiya daxuyaniyê de êriş hat şermezar kirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin û ev bang li gelê başûr û Iraqê hat kirin: “Baregehên dewleta Tirk li welatê xwe nehêlin û xwedî helwest bin.”

PDKS: Divê pêşî li van kiryarên dijminane were girtin

Her wiha Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê PDKS’ê jî bi daxuyaniyekê komkujiya li Zaxo û êrişa duh li Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em bi tundî van kiryarên dijminane ku welatî hatin hedefgirtin şermezar dikin.

Ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.”

PDKS’ê bang li Hikumeta Bexdayê kir ku bibe xwedî helwestekê û daxwaz ji civaka nanveteweyî kir ku destwedanê bike.

Back to top button