Nsanameyên 9 kesên di Komkujiya Zaxoyê de jiyana ji dest dane eşkere bû

Dewleta Tirk a dagirker duh li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê komkujiyek hovane li dijî sivîlan pêk anî. Di encamê de 9 kesan ku di nav de zarokek jî heye, şehîd bûn. Îro nasnameya kesên ku di êrîşê de şehîd bûne hate eşkerekirin. Cenazeyên qurbaniyan bi riya Balafirgeha Hewlêrê şandin Baxdayê.

Êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di van êrişên hovane de her carê jî sivîl dibin hedef.

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Tîrmehê li cihê geştyariyê yê li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê bombe li ser gel barand.

Di encama êrîşê de 9 welatiyên Ereb ku di nav wan de zarokek jî hebû şehîd bûn û 23 kes jî birîndar bûn.

Nasnameyên kesên ku di êrîşê de şehîd bûne wiha ne:

  • Zehra Xeyî Mihemed, 1 salî, Bexda
  •  Sara Qeys Elî, 12 salî, Bexda
  • Elî Sebah Îsmaîl, 43 salî, Bexda
  • Secad Mihemed Casim, 24 salî, Bexda
  • Ebas Ela Ebdul Ehmed, 30 salî, Bexda
  • Hesen Ebdulemîr, 55 salî, Bexda
  • Teha Ebdulrehman Nemet, 25 salî, Bexda
  • Ebas Mihemed Cewad, Kerbela

Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Zaxo gihiştin Bexda

Cenazeyên 9 kesên di komkujiyê de şehîd bûne, bi riya Balafirxaneya Hewlerê şandin Bexdayê.

Dema ku canaze gihîştin Balafirgeha Bexda bi merasîmekê ji aliyê rayedarên hikûmeta Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.

Li Balafirgehê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cume Înad û hinek rayedarên din ên hikûmeta Iraqê û xizmên qurbaniyan amade bûn.

Back to top button