FINLANDA VEGERA ZAROK Û JINÊN DAIŞ’Ê RED DIKE

Hikûmeta Fînlandayê piştî ku vegera çeteyên DAIŞ’ê red kir, niha jî dibêje ew zarok û jinên wan jî qebûl nake..Hikûmet idia dike ku wê ev kes li ser ewlekariya wan gefeke be.

Di wextekê de ku, gelek aliyên navdewletî di nava hewldanên çareseriya vê pirsgirêkê de ne, ji Fînlandayê ev daxuyanî hat.

Li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, tê gotin, bi qasî 11 jin û 33 zarokên Fînlandî yên DAIŞ’î hene.
Ev mijar bûye rojeva Fînlandayê..
Têkildarî vê mijarê, Serokwezîrê Hikûmeta koalîsyonê Anttî Rînne û Wezîra Edaletê Anna-Maja Henrîksson bersiv da pirsên partiyên muxalefetê..
Di bersivên xwe eşkere kirin ku, ji bo vegerandina zarok û jinên DAIŞ’ê nebin alîkar..
Serokwezîr Anttî Rînne li ser helwesta Hikûmetê idia dike ku, pirsgirêk gelekî tevlîhev e..
Hikumet hewl dide li gorî nirxên exlaqî çareseriyekê peyda bike.
Lê ji aliyê ewlekariyê ve jî mijarê dinirxîne.
Anttî Rinne ragihand, niyeteke wan tine ye ku ji bo vegerandina wan alîkariya konsolosiyê bidin wan.
Di çarçoveya heman mijarê de, Wezîra Edaletê Anna-Maja Henrîksson diyar kir eger ew kes bi derfetên xwe werin, ew ê dest bi lêpirsînê bikin.
Bêguman wê saziyên parastina zarokan jî tedbîran werbigirin.
Her wiha serokê Koma Parlamentê ya Fînên Rasteqîn, Vîlle Taîvo ku partiyeke populîst û dijberê biyaniyan e, destnîşan kir ku hevserên çeteyên DAÎŞ’ê li dijî ewlekariya Fînlandiyayê gefek e.
Daxuyaniyên navborî bûn sedema nerazîbûnan li vî welatî.
Profesora Zanîngeha Åbo Johanna Nîemî li Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî giliyê hikumeta Fînlandiyayê kir.
Nîemî diyar kir tevî zarokan divê jin jî bên Fînlandiyayê.
Eger jin nexwazin bên jî, wê çaxê divê zarokên werin.
Welatê Fînlandiyayê meha Adarê ragihandibû ku wê vegera kesên di nava DAÎŞ’ê de şer kirine qebûl neke.
Niha jî vegera zarok û jinan red dike.
Li Kampa Holê bi qasî 11 hezar û 500 jin û zarokên DAIŞ’ê yên ji welatên cuda hene.
Ew jî bûne xeteriyeke mezin li ser ewlekariya herêmê.
Bi taybetî ku herî dawî jinekê, kêr li endamekî Asayîşê xist û hîna jî hişmendiya DAIŞ’ê bi xwe re hiltînin.
Di vê çarçoveyê de, bi dehan welatên Cîhanê bi riya têkiliya bi Rêveberiya Xweser re, zarok û jin vegerandin.
Rêveberî dibêje ku, mabûna van jin û zarokan barê wan giran dike û dirêjkirina vê rewşê jî, wê xeteriyên mezin li ser ewlekariya Cîhanê çê
bike.

Leave a Reply

Back to top button