Piştgiriya pêngava girtina qada ezmanî ya Bakurû Rojhilatê Sûriyê

Gelek kesyatên Kurd li welat û derveyî welat û kesayetên biyanî piştgiriyê didin pêngava 33 partiyên siyasî ên bakur rojhilatê Sûriyê ya girtina qada ezmanî ya herêmê. Kesên ku beşdarî pêngavê bûne bang li aliyê pêwendîdar dikin ku êrişên dewleta Tirk rawestînin û qada ezmanî ya herêmê bigirin.

Roj bi roj, bangên ji bo girtina qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin.

Gelek kesayetên Kurd û biyanî piştgirî dan insyatifa 33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêngava Meclisa Mediya Dicîtal ya Kurdistanê ya têkildarê girtina qada ezmanî ku dê di 23’ê Tîrmehê de were destpêkirin.

Hevserokê berê yê KCD’ê Xetîb Dicle derbarê mijarê de bang li hêzên navdewletî kir ku li dijî gefên dewleta Tirk bisekinin û qada ezmanî li dewleta Tirk bigirin.

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî piştgirî da pêngava girtina qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:

Êrişên balafirên dewleta Tirk ên bêmirov metirsî li ser tevahiya civakê çêdike.

Divê NY, Koalîsyona Navdewletî û û hêzên cîhanî van êrişan rawestînin û qada zmanî li van êrişan bigirin.

Hevseroka Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanî Mizgîn Zêdan jî bang li her kesî kir tevlê pêngava haştagê bibin da ku sînorek ji êrişên dagirkeriya tirk re were danîn.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk ya Herêma Cizîrê Mele Reşîd Xerzan jî bang li NY û Koalîsyona Navdewletî kir êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmê rawstînin û qada ezmanî li ber êrişan bigirin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdilkerîm Saroxan jî banga girtina qada ezmanî li pêşiya êrişên dagirkeriya Tirk kir û bibîr xist ku êriş rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ’ê yê ku ewlehiya cîhanê dixe xeteriya, vedike.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî Ferhad Têlo jî bang li Koalîsyona Navdewletî, Rûsya û NY kir ku daxwaza gel ya girtina qada ezmanî pêk bînin.

Endama Tevgera Jina Kurd a li Ewropa TJK-E Lida Wits jî banga rawestandin êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û girtina qada ezmanî li pêşiya êrişên dewleta tirk kir.

Nivîskara Amerîkî Debbie Bookchin Dêbî Bokşîn jî tevlî pêngava girtina qada ezmanî li hemberî êrişên Tirkiyê bû û got: Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û demografiya herêmê bigihherîne.

Dem hatiye em bibêjin, êdî bes e. Divê qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin.

Back to top button