DR.KAWA MEHMÛD: DIVÊ KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN YEK

Sekreterê Hizba Komunîst ya Başurê Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê kurdistanê axivî û got: Pêwîst e li dijî êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê helwestek Kurdistanî ya yekgirtî hebe.

Dr. Kawa Mehmûd dijberiya xwe ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ziman:
Em li dijî hemû binpêkirin, topbaran û bombebaranên li ser xaka Kurdistanê ne.
Li gorî min ev kiryar binpêkirina serweriya xaka herêma Kurdistanê û dijberiya gelê Kurdistanê ye.
Li her çar parçeyên Kurdistanê neçareserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema yekitiya neyarên kurd.
Hikûmeta heremê bi rewşa xwe ya heyî ve nikare axa kurdistanê biparêze.
Ji bo wê jî helwesteke yekgirtî ya Kurdistinî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk pêwîst e.
Divê hikûmeta Iraqê jî wek endamê Konseya Asayîşa Navneteweyî li dijî dagirkirina axa xwe li ser erdê helwestekî cidi nîşan bide.

Leave a Reply

Back to top button