TIRKIYE BI QEFLAN ÇETEYÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ DIHERIKÎNE LÎBYAYÊ

Dewleta tirk a bûye rawestgeha veguhestina çeteyan li cihanê rastî bertek û nerazîbûnan tê. Dewleta tirk çeteyan li Idlibê ber bi Lîbyayê ve vediguhezîne.

Li gorî çavkaniyên piştrast, çeteyên li Idlibê ji Tirkiyê bi rêya kompaniya el- Ecnîha el-Lîbiya derbasî xaka Lîbyayê dibin.
Ev kompanî ya serçeteyekî Lîbî yê bi navê Ebdul Hekîm Belhac e.
Belhac aniha li Tirkiyê dimîne û emperatoriyeke darayî bi piştevaniya Tirkî- Qeterî bi rê ve dibe.
Duh jî serokê Rûsyayê Vladimer Putin der barê heman mijarê de axivîbû.
Putin di konfranseke çapemeniyê de got ew ji herikîna van çeteyan bo Lîbyayê bifikar in.
Her wekî banga agirbest û danûstandinan kir.
Berî niha, gelek caran artêşa Lîbî ya netewî behsa herikîna van çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve kiribû.

 

Leave a Reply

Back to top button