Brazîlya..di oparasyona polîsan ya li Rîo de Janerîo de 18 kes hatin kuştin

Li Brezîlyayê hêzên ewlekariyê oparasyonên li dijî komên çete berfireh kiriye.
Di oparasyoneke li taxek yê Rîo de Janerîo de, 18 kes hatin kuştin.

Polîsên Brezîlyayê li taxeke Brezîlyayê, ji bo dawî anîna “polîtîkaya belavkar” ya çeteyên bi navê Complexo do Alemao operasyonek li dar xist.

Di çend mehên dawî de cara duyemîn e ku operasyoneke wiha berfireh tê lidarxistin.

Rayedar diyar dikin ku di operasyona mezin ya ku doh pêk hat de herî kêm 18 kes hatine kuştin.

Hat ragihandin ku di operasyonê de 16 endamên çeteyan, niştecihekî herêmê û polîsek hatiye kuştin.

Li gorî AFP’ê, Komîsyona Mafê Mirovan a Brezîlyayê û Saziya Parastina Mafan, ragihandiye ku di encama operasyonê de polîs û jinek jî di nav de bi giştî 20 hatine kuştin.

Serokomarê Brezîlyayê Jair Bolsonaro jî xemginiya xwe ya di mirina polîsê de diyar kir lê, behsa mirinên din nekir.

Nêzî 400 endamên ewlehiyê tevî wesayitên zirhî û 4 balafiran tevlî operasyonê bû.

Hate diyarkirin ku di operasyonê de çeteyekî pîsporê dizîna wesayîtên ku mal û pereyan hildigire, hatiye hedefgirtin.

Şeniyên taxê jî di çapemeniyên herêmî de nerazîbûnên xwe li hemberî polîsan dan û diyar kirin ku di dema operasyonê de malên wan hatine dagirkirin.

Di 23’ê Gulanê de li taxa Vîla Cruzeîro operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de tevî 23 kesên gumanbar 25 kes hatibûn kuştin.

Li gorî saziya bi navê Monîtor da Vîolencîa di sala 2021’an de li eyaleta Rîo de Janeîro 1356 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.

Back to top button