Srî Lanka…Dema serokwezîrê nû dihat ragihandin xwepêşandêran bertek nîşan dan

Li Srî Lanka krîza aborî û siyasî wisan xuya dike ku wê zû bi zû bi dawî nebe.Piştî serokê welat yê nû, Dinesh Gunawardena bo erkê serokwezîrê nû yê welat diyar kir, xwepêşandêr careke din daketin qadan.Hêzên ewlekariyê jî êrişî xwepêşandêran kir û pevçûn derketin.

Li Srî Lanka hilweşandina deshilata dehê salan a malbata Rajapaksa jî ne karî rewşê aram bike.

Ranil Wickremesinghe yê ku di dengdana parlemanê ya roja borî de ji aliyê parlementeran ve wek serokê dewletê hat hilbijartin, serokwezîrê nû yê welêt diyar kir.

Wickremesinghe, Wezîrê berê yê Perwerde û Karûbarên Derve yê welêt Dinesh Gunawardena, ji bo posta serokwezîr destnîşan kir.

Hevalê dibistanê yê Serokdewlet Wickremesinghe, Gunawardena 73 salî, piştî merasîma sondxwarinê ya li meclîsê bi fermî dest bi wezîfeya xwe kir.

Li paytext Kolomboyê xwepêşandêr hatin binçavkirin

Li paytextê Srî Lanka Kolomboyê ku di nav krîza aborî û siyasî da ye, hêzên ewlehiyê êrişî herêma ku hema bêje bûye navenda xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li welêt kir.

Hêzên ewlehiyê yên ku ji leşker û polîsan pêk tên, bi şev bi otobus û kamyonan çûn qada ku xwepêşanderên ku 104 roj kon lê vedane.

Ev herêma nêzî Koşka Serokomariyê ye weke navenda xwepêşandanan dihat dîtin.

Hêzên ewlehiyê yên ku rêyên diçin herêmê girtin, konên xwepêşanderan hilweşandin û pankart rakirin.

Hêzên ewlehiyê gelek xwepêşander binçav kirin.

Serokomarê 8’emîn ê welêt Gotabaya Rajapaksa piştî protestoyên dijî hikûmetê welat terikandibû û di 14’ê Tîrmehê de bi rêya emailê îstifa kiribû.

Li ser vê yekê, serokwezîrê berê Wickremesinghe 16’ê Tîrmehê bo Serokê demkî yê welat

Piştî hilbijartina dengdana veşartî ya li parlamentoyê ku 20’ê Tîrmehê pêk hat jî weke serokê 9’emîn yê welat hate hilbijartin.

Back to top button