Li nava Iraqê xwepêşandanên li dijî rejîma Tirkiyê berfireh dibin

Di qada navdewletî de bertekên li dijî êrişê zêde dibin

Li nava Iraqê, bertekên li dijî komkujiya dewleta Tirk li Zaxo pêk anî berfireh dibin.
Li paytext Bexda xwepêşandanên girseyî pêk tên.
Di demekê ku Iraqî cenazeyên xwe oxir dikin de, daxwaza qewitandina leşkerên Tirk yên li nava xaka Iraqê ji her demê zêdetir tê kirin.
Konseya Hevkariya Kendavê jî bi komkujiya dewleta Tirk pêk aniyî şermezar kir.

Li nava Iraqê ji her demê zêdetir, hêrasa li dijî rejîma faşîst a dewleta Tirkiyê heye.

Kuşitina 9 geştiyarên Iraqê ya li Zaxo, li nava welat bo sedema bertekên tund.

Di demekê ku li welat cenazeyên qurbaniyan tên oxirkirin de, li paytext Bexda û bajarên din yên Iraqê xwepêşandan pêk tên.

Xwepêşandêr li ber balyozxaneya dewleta Tirk kom bûn.

Tevî asteniya hêzên ewlekariyê jî xwepêşandêran bê navber druşmên li dijî dewleta Tirk gotin.

Di nava 2 rojên derbasbûyî de welatiyên Iraqê, li ber balyozxaneya Tirkiyê di nava çalakiyan de ne.

Di dema ku 23 kesên birîndar bûyî li nexweşxaneyan tên dermankirin de, Iraqî daxwaza qewitandina baragehên dewleta Tirk yên li nava welat dikin.

Konseya Hevkariya Kendavê li dijî komkujiya dewleta Tirk ya li navçeya Zaxo ya Dihokê şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Konseyê daxuyaniyek nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Doh jî di qada navnetewî de daxuyaniyên şermezarkirina êrişê hatin dayîn.

Di qada navdewletî de bertekên li dijî êrişê zêde dibin

Êrişa dewleta Tirk a kujer di qada navdewletî de rastî bertekên tund hat.

https://www.ruptly.tv/en/videos/20220720-029-Iran-The-deal-needs-a-decision-from-Washington-Iranian-Foreign-Ministry-spox-on-the-nuclear-project

Ji welatên Rojhilata Navîn bertekên despêkê derketin.

Îran, Misir û Lîga Erebî bi daxuyaniyên cuda komkujiya dewleta Tirk pêk aniyî şermezar kirin.

Tevî Neteweyên Yekbûyî, ji nava welatên Ewropa û Amerîka jîheman helwest derketin.

Di demekê ku NY êriş şermezar kir de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê got:

“Qetilkirina sivîlan nayê qebûlkirin.

Divê hemû dewlet li gorî qanûnên navneteweyî pabendîbûna xwe ya parastina sivîlan pêk bînin.”

https://anfkurdi.com/cihan/hikumeta-elmanyaye-tekildari-komkujiya-zaxoye-daxuyani-da-158504

Wezareta Karên Derve ya Almanaya jî li ser bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

Êrîşên li dijî sivîlan bi ti awayî nayê pejirandin.

Almanya rêz û giringiyek mezin dide serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî.

Hikumeta Berlînê xwest berpirsyar bêne eşkerekirin.

Back to top button