Almanya eşkere nekir ku çima serdozger bi Erdogan re civiya ye

Beriya demekê Serdozgerê Federal yê Almanya Peter Frank ji bo 2 rojan serdana Tirkiyê kir.
Di dema serdanê de jî bi rayedarên rejîma Tirkiyê re civiya.
Ji ber ev mijar ji civaka Alman hat veşartin, partiya mixalefetê xwest hikumet serdanê eşkere bike.
Hikumeta Scholz ji got, em agahiyên ser mijarê parve nakin.
Çapemeniya hawuzê ya AKP’ê jî beriya niha ragihand ku navê 129 kesên Tirkiye ji Almanya dixwaze radestî serdozger Frank hatiye kirin.

Serdozgerê Giştî yê Federal ê Almanyayê Peter Frank di navbera 5-7’ê Tîrmeha 2022’an de serdana Tirkiyeyê kiribû.

Frank ku li ser vexwendina Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn çûbû Tirkiyê, bi rayedarên dewleta Tirk re ku di nav de Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dadgeha Cezayê Giran Mehmet Akarca û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî hebû gelek hevdîtin pêk anî.

Lê tevî ku bêtirî 10 roj derbas bûne hêj di derbarê serdana Serdozgeriya Federal de ji aliyê Almanyayê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Parlamentera Partiya Çep ku yek ji partiyên mûxalefetê yên Almanyayê ye Clara Bûnger, ev serdana ku naveroka wê ji raya giştî hatiye veşartin, anî rojeva Parlementoya Federal û pêşniyar-pirseke kurt da hikûmetê ku li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.

Hikumeta Almanya: Em ne mecbûr in hevdîtinên wiha eşkere bikin

Lê Hikûmeta Federal a di bin serokatiya Olof Scholz de, di bersiva xwe ya ji bo pêşniyarpirsa parlamentoyê dayî de naveroka serdana Serdozgeriya Federal a Tirkiyeyê eşkere nekir.

Hikûmetê diyar kir ku ew ne mecbûr in naveroka hevdîtinên bi hevkarên navneteweyî re eşkere bikin û diyar kir ku serdana Frank a Tirkiyeyê jî dikeve vê kategoriyê.

Serdana Serdozgerê Giştî yê Federal ku hikûmeta Alman bi gotina “raza dewletê” ye eşkere nekir, di rojên derbasbûyî de ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ên li Almanyayê ve bi tundî hate rexnekirin.

Li aliyê din çapemeniya nêzî AKP-MHP’ê nivîsand ku Tirkiye lîsteyek ji 129 navên ku ji Almanyayê dixwaze, daye Serdozgeriya Komarê ya Federal Frank.

Back to top button