Brîtanya: Rûsya moşekên S-300 û S-400 di êrişên bejahî de bikar tîne

Li Ukrayna êdî şerê leşkerî yê rû bi rû hema dikarîn bêjîn bi dawî bûye.
Piştî Rûsya stratejiya xwe ya di şer de guhert, êdî bi çekên giran çeperên artêşa Ukrayna dike armanc.
Îstixbareta Brîtanya ragihand ku êdî Rûsya sîstemên parastina Asmanî yên S-300 û S-400 ji bo êrişên bejahî bikar tîne.

Êdî li Ukrayna çekên giran tên bikaranîn.

Rûsya êrişa bi rêya leşkeran kêm kiriye û bi çekên giran li armancên hatin diyarkirin dixe.

Sewqiyatên moşekên nû yên ji bo herêmê jî vê yekê nîşan dide.

Îngiltereyê îdia kir ku Rûsyayê ji bo lêdana hedefên li bejayê pergala parastina hewayî ya S-300 û S-400an zêde kiriye.

Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê agahiya ku îstîxbarata leşkerî ya welat bi dest xist bi raya giştî re parve kir.

Wezaretê diyar kir Rûsyaya ku moşekên wê yên bejahî kêm bûne, serî li pergalên parastina hewayî yên S-300 û S-400 dane.

Hate ragihandin ku moşekên S-300 û S-400 ji despêka şer ve li herêmên nêzî sînorê Ukrayna hatibûn bicihkirin.

Li gorî Îstixbareta Îngilistanê ev yek jî metirsiya jimara sivîlên werin kuştin zêde dike.

Burns: Rûsya di eniya şer de stratejî guhert

Rêveberê Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns di Foruma ewlekariya Aspen ya li bajarê Koloradoyê pêk hat de li ser şerê li Ukrayna axivî.

Burns dibêje, rastiya ku hêzên rûsî hîn jî li Donbasê kom bûne, bi kêmanî heya niha, nîşanek e ku Moskow ji têkçûnên xwe yên di destpêka şer de ders girtiye.

Burns got,

Artêşa Rûs niha ji têkiliyên nêzîk dûr disekine û îdia kir ku Rûsyaya xwedî moşekên dûravêj e û niha bi rêya van hewil dide hêzên Ukrayna têk bibe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov yek ji îşaretên herî zelal da ku Moskow armancên xwe yên şer berfireh dike.

Lavrov doh got,

“mîsyonên” leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê niha ji herêma Donbasê derbas bûye.

Amerîka jimara moşekên HIMARS ên bo Ukrayna dişîne wê bigihîne 16’an

Di vê navberê de, piştgiriya leşkerî ya Amerîka ji bo Ukraynayê didome.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Serfermandarê Hêzên Hevbeş yê Amerîka General Mark Milley ragihandin ku ew ê jimara moşekên HIMARS yên bo Ukrayna werin şandin bigihînin 16’an.

Back to top button