Li Efrîn çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Cinidirêsê revand

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bê navber dewam dikin. Dagirkeran herî dawî welatiyek ji Efrîn û 4 welatî ji Serê Kaniyê yên dagirkirî revandin. Kesên hatin revandin heta niha qaubeta wan ne diyar e. Li Girê Spî jî, di çarçoveya guhertina demografiya herêmê û siyaseta Tirkkirinê de, dibistanek hat çêkirin.

Li Herêmên dagirkirî, sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ranawestin.

Kiryarên dermirovî ên mîna kuştin, revandin, dizî û talankirinê bê navber li hemberî welatiyan pêk tînin.

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Cindirêsê revand.

Tora Çalakvanê Efrînê ragihand ku çeteyan welatiyê bi navê Elî Ebdo Hesen yê 27 salî yê ji gundê Kefer Sefrê revand.

Hate ragihandin çeteyan bi hincetên xwe yên weke her carê Elî Ebdo revandin û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk 2 girên dîrokî li navçeya Mabata wêran kir

Li aliyekî din, Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên dewleta Tirk girên dîrokî yên li navçeya Mabata kolandine da ku li şûnwar û defîneyan bigerin.

Malperê diyar kir çeteyan girên gundên Evrazê û Cûqê yên navçeya Mabata kolandin û derdora gir wêran kir.

Hate ragihandin kolandina giran bi kontrola MIT’a Tirk tê kirin û gencîneyên têne dîtin derbasî Tirkiyê têne kirin.

Çeteyên dewleta Tirk 4 welatî ji Serê Kaniyê revandin

Li Serêkanî yê dagirkirî jî heman rewş e.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya çeteyan dewleta Tirk 4 welatiyên ku dixwestin ji Serêkaniyê derbasî bakurê Kurdistanê bibin revandin.

Hate ragihandin ji kesên hatin revnadin navê jinekê hatiye zelalkirn û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Dewleta Tirk di çarçoveya siyaseta Tirkkirinê de dibistanek li Girê Spî vekir

Li Girê Spî yê dagirkirî jî, dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya herêmê û ferzkirina perwerdeya bi zimanê tirkî dibistanek vekir.

Ev dibistan bi desteka komleyên Pakistanî li gundê Xirbet El-Riz hate virkirin.

Beriya vê jî gelek dibistan bi desteka komeleyên Pakistanî hatine vekirin û tê de perwerdeya bi zimanê Tirkî tê dayîn.

Back to top button