Artêşa Îsraîlê êrîşî Şamê kir û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Her wiha di bombebarana Rûsya ya li rojavayê Idlibê de, 7 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh bi şev bi moşekan êrişî gundewarên Şamê kir û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Her wiha 10 kesên din jî birîndar in.
Artêşa Îsraîlê her wiha bi moşekan nivîsgehên îstixbaratê û nivîsgeha efserekî payebilind û erebeyek li herêma balafirgeha Mezê ya leşkerî kiribûn armanc.
Li aliyekî din jî moşek nêzî benda ewlehiyê ya li derdora balafirgeha leşkerî, rêya Mezê û depoya çekan a hêzên bi ser Îranê a li dora herêma Seyide Zêneb ketin.
Di bombebarana Rûsyayê de 7 kes hatin kuştin
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên Rûsya di saetên vê sibehê de derdora gundê Yaqûbiye û maleke li gundê Cidêde yê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê, bombebaran kir.
Hat ragihandin di encama bombebaranê de, 7 kes hatin kuştin. Ji wan 4 zarok ji malbatekê ne.
Her wiha gelek kesên ku di nav de jin û zarok jî hene, di bin kavilan de ne.