HPG’ê Li herêma Metîna 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Hêzên gerîla li başûrê Kurdistanê bi şêwazê tîmên gerok pişt li artêşa Tirk a dagirker şikandine. Gerîlayan li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna derbên giran li dagirkeran dan. Di encama çalakiyan 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, çeperek hate rûxandin, û 2 dron jî hatin xatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di şert û mercên herî zehmet de bi ruhê mîlîtanê Apocî şer dikin, derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

HPG’ê derbarê şer û çalakiyan de ev agahî parve kir; Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê, 21’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran derb li hêzên dagirker hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 21’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Adil droneke ku hewl dida çeperên şer bombebaran bike hate xistin. Qada ku dron lê hate xistin ji aliyê balafirên şer ve hate bombebaran kirin.

Dîsa heman rojê li Qada Çemço bi çekên giran derb li hêzên dagirker hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 19 û 21’ê Tîrmehê li Girê Amediyê bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama çalakiyan de derb li çeperekê hate xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin rûxandin.

Dîsa 21’ê Tîrmehê li Girê FM dronek hate xistin ku ji bo bombebarankirina çeperên şer hatibû şandin.

22’ê Tîrmehê jî hêzên me ji du aliyan ve li Qereqola Kanî Masî ya Artêşa Tirk a dagirker dan.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 21’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 10 caran bi balafirên şer, 2 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi çekên giran qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button