Foruma Şoreşa jinê bi beşdarbûna 7 rêxistinên jinan li Qamişlo tê lidarxistin

Îro li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo xebatên Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navîn dest pê kir. 7 rêxistinên jinên herêmê, siyasetmedar, hiqûqnas û fermandar tev li forumê bûn. Di Forumê de, destkeftiyên jinan ên 10 salan hatin nirxandin.

Bi dirûşma ‘Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin’, foruma şoreşa jinan li hola Zanîngeha Rojava ya qamişlo hat lidarxistin.

Forum ji aliyê 7 sazî û rêxistinên jinan Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat orgînezekirin.

Gelek siyasetmedar, dîplomat, akademîsyen, hiqûqnas û fermandar tev li forumê bûn.

Axaftina destpêkirina Forumê, ji aliyê berdevka kongra star Remziya Mihemed ve hate kirin.

Remziya Mihemed: Armanca forumê a sereke xwegihandina tevahî jinên Sûriyê ye

Remziye eşkere kir ku divê ew şoreşa jinan bigihînin tevahî Sûriyê..

Foza Yûsif: Çawa jinan pêşengtiya şoreşê kir, dê parastina wê jî bikin

Her wiha li ser navê desteya hevserokatiya PYD Foza yûsiv jî axivî..

Foza Yûsiv geşadanên siyasî li ser asta herêm, rojhilata Navîn û Cîhanê vegot û îşaret bi girîngiya parastina şoreşa jinan kir.

Di forumê de destkeftiyên jinan ên di nava 10 salan de hatin nirxandin

Di Forumê de, gelek peyam bi riya sîstema zûmê ji jinên welatên cûda hatin dayîn.

Di roja yekemîn a Forumê de du panêl pêk hatin.

Ya yekemîn nirxandina dehsaliya şoreşa jinê tê de:

Rewşa jinên Sûrî berî şoreşê.

Di şoreşê de jinan çawa xwe bi rêxistin kirin.

Serpêhatî û destkeftiyên jinan ên 10 salan.

Her wiha bandorbûn û tevlîbûna jinên navneteweyî a nava şoreşê.

Her wiha panêla duyemîn jî der barê têkoşîna jinan ji bo parastina şoreşê.

Rola Yekîneyên parastina Jin YPJ’ê di parastina şoreşê de, rastiya jinê ya li herêmên dagirkirî û êrîşên bîrdozî li ser şoreşa jinê..

Di roja duyemîn de jî wê werşeyên xebatê yên li ser “Pêşengiya jinan di guhartin û veguhastina civakê de” û “Têkoşîna jinan li qadên siyasî û hiqûqî” û “pêdivên ku mafên jinan biparêzin, bi pêş bixin” û “Pêşxistina aboriya jinan li hember siyaseta xizaniyê” were lidarxistin.

Forum wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Back to top button