Hêzên PDK’ê çalakiya protestoyê asteng kir û hinek çalakvan bin çav kirin

Hêzên ewlekariyê yên PDK’ê li Hewlêrê rê li ber xwepêşandana şermezarkirinê ya li dijî komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê, girt û hinek çalavan bin çav kirin.

Xwepêşandana biryar bû ku vê êvarê di saet 5’an de li Hewlêrê pêk bihata, lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat astengkirin.

Li gorî nûçegihanê ANHA’yê çalakvanên ku bi nav Hewrê Kurdî, Lîzan Bekir û Sebîr Ferensî hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Her wiha 3 çalakvanên din jî ku hatine biçavkirin wê di dema pêş de werin berdan.

Li Tirkiyê polîsan rê li ber meşa protestoyî ya HDP’ê gitr

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî xelkên bi pêşengtiya HDP’ê komkujî bi meş û daxuyaniyan şermezar kir.

Li Amedê li Parka Koşûyolûyê ya girêdayî navçeya Rezan daxuyaniya şermezarkirinê bi amadebûna ragihandinê hat dayîn.

Tevî astengiyên polîsan, axaftin hatin kirin û piştre daxuyanî bi dawî bû.

Li Stenbolê jî Xelkê, bi pêşengiya rêxistina HDP’ê ya Stenbolê komkujiya Zaxoyê şermezar kir û daxwaza darizandina berpirsên komkujiyê kir.

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu li nava girseya gel axivî got: “Qetlîama Zaxoyê êrîşek ji êrîşên li dijî gelê Kurd e.

Back to top button