Li girtîgeheke Amdê girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

Zexta dewleta Tirk a li dijî girtiyan hê jî dewam dike.
Herî dawî, girtiyekî din bi navê Kadrî Ekîcî jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî yê 25 salî di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin.

Kadrî li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin.

Cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Piştre jî Saziya Tipa Edlî (ATK) cenaze radestî malbatê kir.

Ekîcî ev 5 sal bûn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat ragirtin û ev salek bû di hucreya yekkesî de bû.

Malbata Ekîcî da zanîn ku sê roj berê li ser telefonê bi Ekîcî re axivîne û tiştekî ne ji rêzê tune bû.

Endamên malbatê dibêjin ew sê roj berê bi Kadrî re axivîne û ji wan re gotiye rewşa wî baş e.

Ji bo wê jî gumanê malbatê li ser mirin Kadrî Ekîcî hene.

Cenazeyê girtiî li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê hate veşartin.

Back to top button