SIBE 1. KOMXEBATA NAVNETEWÎ DERBARÊ DAIŞ’Ê DE TÊ LIDARXISTIN

Bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk sibe li bajarê Amûdê Komxebata Navneteweyî ya derbarê çeteyên DAIŞ`ê de tê lidar xistin.

Komxebat wê 3`ê rojan dewam bike.
Tê de wê li şahidên zindî yên qurbaniyên terora DAIŞ`ê , werin guhdarkirin.
Her wiha wê derbarê DAIŞ`ê de, 7 rûniştin werin lidarxistin.
Di van rûniştinan de wê aliyê dîrokî, siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî, civakî, olî, çandî, jin bi çavê terora DAIŞ`ê, çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora û aliyê hiqûqî ji terora DAIŞ`ê werin gutubêjkirin.
Di her rûniştinê de, wê nîqaş li ser mijarekê werin kirin.
Bi sedan ji kesayatên payebilind, akademisiyan, lêkolîner, siyasetmedar, rojnamevan û oldar ji tevahiya cîhanê wê beşdarî komxebatê bibin.

Leave a Reply

Back to top button