Şukrula Mihemedemîn: Divê Iraqî bêdeng nemînin

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê Şukrula Mihemedemîn, Endamê Mekteb Siyasî ya Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan Qehar Mihemed û Lêkolînerê Iraqî Mûeyd El-Elî dibêjin lewaziya helwesta fermî ya Iraqê sedema êrişan e. Her wiha bang li Iraqiyan kirin ku li hember vê êrişê bêdeng nemînin.

Li dijî komkujiya Zaxo ya ku dewleta Tirk pêk anî, bertek li başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê Şukrula Mihemedemîn komkujî şermezar kir.

Şukrula Mihemedemîn anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan hemû yasayên navneteweyî bipê dike.

Şukrula Mihemedemîn ji gelê Kurd û yê Iraqî xwest ku li hember êrişan bêdeng nemînin.

Qehar Mihemed: Tirkiyê serweriya xaka Iraq binpê dike

Endamê Mekteb Siyasî ya Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan Qehar Mihemed jî helwest nîşanî êrişan da.

Qehar dibêje Tirkiyê serweriya xaka Iraq û Başûr binpê dike, divê bombebarana Tirkiyê bê rawestandin.

Qehar Mihemed li hember êrişan banga boykotkirina malê Tirkiyê li gelê Iraq û yê Başûr kir.

 Mûeyd El-Elî: Siyasetmedarên Başûr bi Tirkiyê re hevkar in

Lêkolînerê Navenda Hedef a Lêkolînên Stratejîk Mûeyd El-Elî jî ji ANHA’yê got:

”Lewazbûna helwesta fermî ya Iraqê dihêle ku Tirkiyê êrişên xwe dewam bike.

Salane bazirganiya li gel Tirkiyeyê 20 milyar dolar derbas dike.

Divê siyasetmedarên Iraqê û hikumeta Iraqê vê yekê wekî kaxeza zextê li ser Tirkiyê bi kar bîne.”

Dawiyê Mûeyed El-Elî da zanîn ku siyastmedarên Başûr bi Tirkiyê re hevkar in û ew berpirsê herikîna xwînê ne.

Back to top button