Artêşa Tirk gundên û Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk vê sibehê stasyona Kehrebê ya li Til Temirê kir armanc, stasyon ji xizmetê derket û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Vê sibehê Artêşa dewleta Tirk gundê Um Kêf ê Til Temirê topbaran kir.

Ji ber êrişê stasyona Kehrebê ya wir ji xizmetê derket û kehrebe qut bû.

Dagirkeran gundê Dirdara yê navçeya Zirganê jî dan ber topan.

Beriya wê jî gundê Um Qura û Hesaçik ên Şehbayê bûn hedefa topên heman artêşê.

Doh dernegî şevê jî dagirkeran daristana gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawayê topbaran kir.

Li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyek hat bombebarankirin

Li nêzî benda kontrolê yê Nimetlî ya li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê jî dronekê Tirkiyê li erebeyê da.

Back to top button