Jiyan Tolhildan: Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêza xwe li hemberî her cure tundiyê derdikevin

Duh beriya şehadeta Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan, di Foruma Şoreşa Jinan de derbarê rola YPJ’ê di parastina şoreşê de nirxandin kir. Jiyan Tolhildan da zanîn ku Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêza xwe li hember êriş û tundiyê derdikevin, YPJ’ê bi vê hêzê bû mînak ji tevahî jinên cîhanê re.

Bi dirûşma ‘Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin’, foruma şoreşa jinan li hola Zanîngeha Rojava ya qamişlo tê lidarxistin.

Forum ji aliyê 7 sazî û rêxistinên jinan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat orgînezekirin.

Panêla duyemîn a forumê derbarê têkoşîna jinan ji bo parastina şoreşê bû.

Fermandara QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan rola Yekîneyên parastina Jin YPJ’ê di parastina şoreşê de, rastiya jinê ya li herêmên dagirkirî û êrîşên bîrdozî li ser şoreşa jinê nirxand.

Jiyan Tolhildan da zanîn ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin bi îrade û hêza xwe li hemberî zihniyet, tundî û desthiladariyê derkevin.

Di derbarê girîngiya xweparastinê Fermandar Jiyan got:

Parastin weke nan û av ji bo jinan girîng e.

Jiyan Tolhildan: Dewletaên desthiladar jinan dikin hedefa êrişên xwe

Her wiha Jiyan Tolhildan anî ziman ku dewletên desthildar ne tenê civakan parçe dikin, jinan jî dike hedef, lewra divê her jinek xwe biparêze.

Jiyan Tolhildan: YPJ’ê bi hêz, îrade û şerê xwe bûn mînak ji tevahî cîhanê re

Fermandara QSD’ê û YPJ’ê diyar kir ku ew bi hêz, îrade û şerê xwe bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re.

Di dawiyê de Jiyan Tolhildan destnîşan kir ku li hemberî her êrişek li ser herêmê û jinan, jin bi hêza xwe wê bersivê bide.

Back to top button