Ji sala 2015’an heta niha di êrişên dewleta Tirk de 138 sivîl hatine kuştin

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Perexê ya bi ser Zaxoyê, 9 welatiyên Ereb ku ji bo seyranê çibûn hatin qetil kirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber êrişî başûrê Kurdistanê dike û komkujiyan pêk tîne, ji sala 2015’an heta niha bi kêmanî 138 kes qetil kirine.

Dewleta Tirk a dagirker roja 20’ê Tîrmehê li gundê Perexê yê bi ser Zaxoyê ve, bombe li welatiyên Ereb ên çibûn seyranê, barand. Jin û zarok jî di nav de, 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve, di êrîşên hewayî û bejahî yên li dijî Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengal jî di nave de herî kêm 138 welatî qetil kirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Di 1’ê Tebaxa sala 2015’an de li gundê Zergelê yê Qendîlê balafirên şer êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê êrişê de 2 jê jin ku yek jê ducanî bû 8 sivîl hatin kuştin. Di êrîşê de 27 sivîl jî bi giranî birîndar bûbûn.

Di êrîşên dewleta Tirk ên di navbera 2017-2018’an de herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

23 Çile ya 2019’an di êrişa ezmanî ya li dijî Bajaroka Dêralok a Amediyê de, 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.

Li ser vê êrişê xelkê herêmê ketin baregeha Sîrê ya li Şêladizê ya dewleta Tirk û agir pê xistin.

Di êrişa leşkerên Tirk a li vir de 2 sivîl hatin qetilkirin û 6 sivîl jî birîndar bûn.

25 Hezîrana 2019’an balafirên şer li dijî wesayîtek li herêma Goşînê êrişa hewayî pêk anî û ji 2 birayên di wesayîtê de yek hat qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

28 Hezîrana 2019’an balafirên şer li herêma Kortekê ya Qendîlê du wesayîtên sivîl bombe kirin. Ji heman malbatê 4 kes hatin qetilkirin 5 kes jî birîndar bûn.

18 Hezîran 2020’an di encama êrişa ezmanî ya bir ser herêma Sidêkanê de welatiyê bi navê Ebas Mexdît hat qetilkirin.

19 Hezîrana 2020’an balafirên şer çoltera bajaroka Şeladizê bombebaran kirin û 5 sivîl hatin qetilkirin.

24 Hezîrana 2020’an Balafirên şer qada seyrangehê ya navçeya Şarbajêr a bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kirin û 2 sivîl hatin qetilkirin.

27 Tîrmeha 2020’an balafirên şer çoltera Amediyê bombebaran kirin û di encamê de 3 welatî hatin qetilkirin.

Di êrişên ezmanî yên mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên sala 2021’an de li dijî gundên Deşîşê, Bihêrê, Hirûrê û Batufa de 2 welatî hatin qetilkirin û zêdeyî 6 welatî jî birîndar bûn.

Li gorî daneyan di nava heft mehên sala 2022’an de li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 50 kes jî birîndar bûne.

Herî dawî 20’ê Tîrmeha 2022’an Dewleta Tirk a dagirker turîstên Ereb ên ku li gundê Perex ê girêdayî navçeya Dêrkarê ya Zaxoyê, bombebaran kir.

Di vê bomberdûmanê de zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Bi êrîşa dawî ya li Zaxoyê re hejmara welatiyên li Başûr hatin qetilkirin gihişte 139 kesan û nêzî 200 kes jî birîndar bûne.

Piştî hemû hewldan û peymanên li ser Şengalê bi berxwedana civaka Êzidî hatin pûçkirin, vê carê jî bi êrîşên esmanî û sîxûriyê dixwazin civaka Êzidî û gelê Şengalê têk bibin.

Di encama êrişên dewleta Tirk yên ji sala 2018’an heta niha ên li dijî Şengalê de pêşengên Civaka Êzidî Zekî Şengalî û Seîd Hesen jî di nave de 18 kes hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2017’an ve heta niha li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bê navber êrişan pêk tîne.
Di nava van 5 salan de ji ber êriş û bombebaranan 15 kes hatin qetilkirin. Di êrişan de bi dehan kes jî birîndar bûne.

Back to top button