Di roja duyemîm a Foruma Şoreşa Jinê de peyama bilindkirina têkoşînê hat dayîn

Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku duh li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişlo dest pê kir, bi panelên li ser gelek mijaran berdewam kir.
Di roja duyemîn a forumê de peyama bilindikirina têkoşîna li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirk û bi taybet êrîşên li ser jinan hat dayîn.
Forum bi encamnameyekê bi dawî bû.

Bi dirûşma ‘Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin’, duh foruma şoreşa jinan li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo hat destpêkirin.

Forum ji aliyê 7 sazî û rêxistinên jinan Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat orgînezekirin.

Û gelek Gelek siyasetmedar, dîplomat, akademîsyen, hiqûqnas û fermandar tê de, amade bûn.

Forum îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.

Di roja duyemîn a fourmê de jî bi dehan çalakvan, hunermed, siyasetmedar û rêveberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek enteryonalîstên di 10 salan de tev li şoreşê bûne, beşdar bûn.

Îro jî panel li ser mijarên aborî, hiqûqî, siyasî û mafên jinan de, hatin lidarxistin û behsa pêşengiya jinan ya ji Şoreşê re hat kirin.

Her wiha tekezî li ser xwedîderketin û parastina jinê ji destkeftiyên şoreşê, hat kirin û peyama xurtkirina têkoşîna li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat dayîn.

Her wiha hêrsa li hemberî kiryarên dewleta Tirk a ku êrîşî îradeya jinan dike jî hat nîşandan û soza tolhildana ji bo jinên Şoreşger hat dayîn, bi taybet piştî hedefgirtina feramandar YPJ’ê, Jiyan Tolhildan ku duh piştî ji Forumê derket, ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin û şehîdxistin.

Hevseroka PYD’ê ya li navçeya Girkê legê diyar kir ku çi hêz êrîşê herêmê Bakur û rojhilatê Sûriyê bike, ew ê nikaribe hêz û îradeya gel û bi taybet jinan, têk bibe.

Piştî ku panelên roja duyemîn bi dawî bûn, forum bi encamnameyekê, bi dawî bû.

Di dawiyê Foruma Şoreşa Jinê ya 2 rojan de encamname hat weşandin

Back to top button