Parlementoya Iraqê li ser komkujiya Zaxo civiya

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex ê Zaxoyê Îraqiyên derketibûn keştiyariyê kirin hedef û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn..
Îro Parlementoya Îraqê li ser mijarê civiya û gelek aliyan li ser mijarê daxuyanî dan.
Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Elsehef jî ragihand ku wan giliyê Tirkiyê li konseya Ewlehiyê kirine.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex ê Zaxoyê Iraqiyên derketibûn Geştiyariyê kirin hedef û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn..

Îro, parlemena Iraqê bi amadebûna 242 parlementeran li ser mijarê civîya…

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, Fermandarê Artêşa Iraqê û Wezîrê Parastinê jî beşdarî rûniştinê bûn.

Fuad Hisên: Devera ku Tirkiyê êriş pêk aniye û PKK li wir tune

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên diyar kir ku belgeyên bi dest pisporên leşkerî yên Iraqê ketine, eşkere dike ku êrişa li Zaxo ji aliyê Artêşa Tirk ve pêk hatiye û PKK li wê deverê tune..

Abdulemîr Şemerî: Topbaran bi topên 155 mm pêk hatiye û ew ên artêşa tirk in

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Abdulemîr Şemerî jî eşkere kir ku bombebarana gundê Perexê ji aliyê Artêşa Tirk ve bi topên 155 mm pêk hatiye û got:

“Bermahiyên Topan anîn Bexdayên û Lêkolîn kirin. Derket holê ku ew yên artêşa Tirk in û ji dûriya 7 KM hatine avêtin.”

Qubat Talebanî: Iraqê helwesteke cidî nîşan bida wê ev komkujî pêk nehatiba

Li aliyê din, Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî daxuyaniyek belav kir..

Qubat Talebanî tevî ku encamên komkujiyên dewleta Tirk ên li Herêma Kurdistanê eşkere dike jî, lê navê dewleta Tirk nayne ziman.

Talebanî di daxuyaniyê de bêyî ku behsa berpirsyariya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike, ji bo pêşî li komkujiyan negirtine, “Hikûmeta Federal a Iraqê” rexne kir û dibêje:

“Parastina serweriya Iraq û herêmê, erka Hikumeta Federal e.

Çi wek Hikumeta Herêm û çi jî wek welatiyên herêma Kurdistanê, em li benda Hikumeta Federal û saziyên federalin ku bê cudahî li hemberî hemû binpêkirinên serweriya Iraqê erka xwe bicihbînin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê: Me giliyê Tirkiyê li meclisa ewlehiyê kir

Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Elsehef jî ji ajansa nuçeyan a Iraqê re ragihand ku wezareta wan biryar daye ku balyozê xwe ji Tirkiyê vekişînin û got:

“Ti lihevkirineke me ya ewlekarî û leşkerî bi Tirkiyeyê re nîne.

Me nameyeke giliyê Tirkiyeyê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kiriye û di nameyê de Iraqê daxwaza civîna bi lez a li ser destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Iraqê kiriye.”

Back to top button