Meclisa Parastina Xabûr: Dewleta Tirk binpêkirina agirbestê didomîne

Fermandariya Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî piştî hedefgirtina 3 şervanên wê ji aliyê dewleta Tirk ve li gundewarê Til Temirê, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de fermandariyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî gundên navçeya Til Temirê şermezar kirin.

Û bang li dewletên garantor kir ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

Fermandariyê nerazîbûna xwe li hember hedefgirtina gundên Xabûr ên Asûr nîşan da û wiha domand:

“Em pabendî lihevkirina agirbestê ne.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha binpêkirina wê berdewam dikin.

Em bang li dewletên garantor û aliyên têkildar dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin ku pabendî lihevkirina agirbest be.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin li dijî gundên Xabûr duh ji sibê heta piştî nîvro, topbarana hovane pêk hat .

Di encamê de zirar gihaştin mal û milkên welatiyan.

Back to top button