Endama Fermandariya giştî ya YPJ’ê û QSD’ê Sozdar Dêrik têkildarî şehadeta Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan nirxandin kir.
Sozdar Dêrik da zanîn ku hersê jin ji bo rûmeta gelê xwe biparêzin li hemberî DAIŞ’ê bi têkoşîneke mezin rabûn û got:
“Ji ber ku dewleta Tirk û DAIŞ’ê ji hêza jinan ditirsin wan dike armanc.”
Di vê buyerê de ji fermandara hêzên QSD’ê û YPJ’ê Jiyan Tolhildan ku fermandara hêzên YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan ku li ser erkê xwe bûn şehîd bûn.
Endama Fermandariya giştî ya YPJ’ê û QSD’ê Sozdar Dêrik derbarê kesayeta her sê şehîdan, armanca hedefgirtina jinan û haştaga ku hatiye destpêkirin ji bernameyê JIN AKTÛYEL re axivî.
Fermandar Sozdar Dêrik têkildarî kesayet û karê şehîd Jiyan, Roj û Barîn ev tişt got:
Heval Jiyan li hember dagirkeriyê, DAIŞ’ê, Cebhete El-Nûsra û hemû desthilatê ku dixwestin Rojava dagir bikin sekinî û tevlî gelek hemleyên rizgarkirinê bûye.
Sozdar Dêrik: Heval Roj Xabûr ji bo parastina gel herdem di nava tevgerê de bû
Heval Roj ji bo parastina gel bi roleke sereke rabû, di hemû aliyan de kar kir û Heval Barîn jî zanista wê ya parêzvaniya ax û gelê xwe pir li pêş bû.
Sozdar Dêrik: Ji ber dewleta Tirk û DAIŞ’ê ji hêza jinan ditirsin wan dikin armanc
Endama Fermandariya giştî ya YPJ’ê û QSD’ê piştrast kir ji ber hêz û îradeya jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş e, dewleta Tirk û DAIŞ’ê wan dikin hedefa xwe.
Sozdar Dêrik: Divê her kesê azadîxwaz li hemberî êrişan bi erka xwe rabe
Herî dawî Sozdar Dêrik tekez kir “Divê her kesê azadîxwaz û tevahî gel tevlî haştega girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê bibin.