Çeteyên dewleta Tirk ji Efrîna dagirkirî 2 welatiyên din revandin.
Ajansa Hawarê ragihand “Çeteyên Tirkiyê ji gundê Dêr sewan ê navçeya Şerayê 2 welatî revandin.”
Her du kesên hatîn revandin jî, li gorî agahiyên hatiîn biparvekirin ev in:
Mistefa Selîm Hisên û Menan Selîm Hisên .
Hat ragihanin ku çeteyan kesên navborî birine cihekî nediyar û heta niha jî çarenivîsa wan nayê zanîn.
Dewleta Tirk van sûcan rojane dike ji bo welatiyên li wir mayî jî bide koçkirin û plana guhertina demografiya herêmê bidomîne.