Fermandar Jiyan Tolhildan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de ji jinên pêşeng bû

Fermandara pêşeng Jiyan Tolhildan bi salan li dijî rêxistina herî tundrew şer kir û di vî şerî de pêşengtî kir.
Piştî evqas têkoşîn, 22 mehê di êrişeke dewleta Tirk de bi du rêvalên xwe Roj Xabûr û Barîn Botan re şehîd dibe.
Bi van êrişan û taybet armancgirtina kesayetên wiha, dewleta Tirk eşkere niyeta xwe ya piştgrîdayîna DAIŞ’ê diyar dike.

Tevahiya 10 salan, li her bohista vê xakê, di refên herî pêş de şerê DAIŞ’ê û hemû komên tûndrew şer kir..

Di oxira parastina herêm û heta cîhanê de, bû yek ji pêşengên têkoşîna li dijî tarîtiyê.

Tevî Koalîsyona Navdewletî, bû yek ji endamên Navenda Opersyonên Hevpar ên şerê li dijî DAIŞ’ê.

Û herî dawî ji aliyê hevalbendê vê koalîsyonê ve hate şehîdkirin.

Fermandara YPJ’ê Selwa Yûsiv binasnav Jiyan Tolhildan.

Ew sala 1980’î li Efrînê ji dayik dibe.

Hê di kêliya pêşî ya pêketina çirûska serhildana gel li Rojavayê Kurdistanê de, weke nefera herî çalak, bû yek ji endamên xebatên parastinê.

Di avakirina Yekîneyên Xwepastina Gel(YXG) û paşê, artêşbêna hêza jinê de yek ji wan endamên damezrîner bû..

Ji yek pêngavên şerê rizgariyê li herêmên Bakur û Rojhilatû Sûrî bê par nema.

Bi taybet jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Bê goman, beriya derketina DAIŞ’ê jî ew yek ji sembolên berxwedanê bû.

Navê wê sala 2013 di şerê Şêxmeqsûdê de hate bihîstin.

Ji wir berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li ber çeteyên Cebhet El Nusra rabû.

Ji bo pêşî li qirkirina Êzdiyan bike, sala 2014 li herêma Cezayê pêşengiya şer kir û rê li ber bi dehezaran Êzdî vekir da ku ji mirinê rizgar bibin.

Sala 2015’an li herêma Holê bû yek ji pêşengên Pêngava Ş. Rûbar.

2016’an li Şedadê tirseke mezin li nava dilê çeteyên DAIŞ’ê çêkir.

Bi vê hêza xwe a çalak, Sala 2016’an berê xwe da herêma Firatê û di şerê rizgarkirina Minbicê de cih girt.

Sala 2019’an, li Dêra Zorê bû şahid û yek ji pêşengên şerê têkbirina DAIŞ’ê.

Sala 2021’ê jî li Kampa Holê di operasyona li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de girt.

Ji ber vê lehengî û zîrekiya xwe, li bajarê Silêmaniyê hêjayî xelata serfiraziyê hate dîtin.

Ew hem fermandar, hem hevrê û hem jî hêviya jiyana azad bû.

Bêdudilî, bi bîr û baweriyeke mezin bû yek ji canbexşên parastina rûmeta jinê û mirovahiyê.

Ji ber van taybetmendiyên xwe, fermandar Jiyan Tolhildan hevrêyên xwe Roj Xabûr û Barîn Botan 22’ê Tîrmehê bû armanca êrişa dewleta Tirk a dagirker.

Back to top button