Ji duh ve li dijî herêmê êrişine dijwar ji aliyê dewleta Tirk ve hene.
Ev êriş vê sibehê zêdetir bûn, taybet l iser Zirgan û Til Temirê.
Heta niha welatiyek şehîd bûye û 10 jî birîndar bûn.
Nêzî 30 gundên Zirgan û Til Temirê, ji vê sibehê ve ji aliyê dewleta Tirk ve tên topbarankirin.
Ji ber dijwarbûna van êrişan, ji sivîlan şehîd û birîndar çêbûn.
Heta niha welatiyek şehîd û 10 jî birîndar bûne.
Tevî van sivîlan, li Zirganê leşkerek hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk di van êrişan de malên xelkê da ber topan û di encamê de malek rûxiya.
Êrişên duh ên li dijî gundên Şerayê jî bi heman rengî dijwar bûn.
Li wir jî gelek gund hatin topbarankirin û 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.