HPG’ê: Di çalakiyên tolhildana Komkujiya Zaxo de 4 dagirker hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-Star’ê ji bi tolhildana qurbaniyên komkujiya Zaxo, li hêzên artêşa Tirk dan. Di çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan ji bo tolhildana qurbaniyên komkujiya Zaxoyê, li hêzên artêşa Tirk dan.

Navendê têkildarî encama çalakiyan jî ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Zapê

23’ê Tîrmehê artêşa Tirk hewl da bi dronan derdora Qada Şikefta Birîndaran bombardiman bike.

Di encama lêdana gerîlla de dronek hat îmhakirin.

Heman rojê hêzên dagirker hewl dan ber bi çeperên şer ên Şikefta Birîndaran ve pêşde werin.

Gerîlla bi rêbaza sabotajê bersiv da û derb li erebeyeke leşkerî hate xistin.

Dîsa li Qada Şikefta Birîndaran, pergala kampereyan a şopandinê, ji aliyê gerîllayên jin ve hate rûxandin.

Li derdora çeperên şer jî gerîlla bi çekên giran li treksa artêşa Tirk dan û di encamê de hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

24’ê Tîrmehê, hêzên dagirker hewl dan xwe nêzî çeperên şer ên Qada Çemço bikin.

Di encama bersivdayên gerîlla de leşkerek hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

  • Li herêma Metîna

22’ê Tîrmehê helîkopterên artêşa Tirk derdora Girê Amediyê bombardiman kirin.

Ji ber destwerdana gerîlla, helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Heman rojê artêşa Tirk xwest bi rêya helîkopterên Skorsky leşkeran deyne Qada Girê Amediyê.

Tîmên taybet ên gerîlla li wan dan û di encamê de bêyî ku leşkeran deyne, helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

23’ê Tîrmehê dagirkerên li derdora Qada Girê FM, bûn armanca lêdana gerîllayên jin ên sekvan.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Li Qada Kanî Masî jî, tîmên gerok yên YJA-Starê li hêzên artêşa Tirk dan.

Di encamê de çeperek hat rûxandin û 2 leşkerên tê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Di nava 48 saetên dawî de, qadên berxwedanê;

5 caran bi çekên kîmyewî, 11 caran ji aliyê balafirên şer û 33 caran jî bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

Back to top button