22’ê Tîrmehê di navbera Rûsya û Ukraynayê de qaşo peymana genim hat mohrkirin. Piştî vê yekê bi çend se’etan, Rûsya bi dijwarî Bendera Odesa bombardiman kir. Mosko ya pêşî êriş red kir, got, wan li Benderê navendên çek û cebilxanê tine kirine. Serokê Ukraynayê Zelensky jî nerazîbûna xwe li dijî êrişê bi van gotinan anî ziman: Eşkere ye wê Rûsya bi ti awayî pêwîstiyên peymanê bi cih neyîne.
Bi vê yekê re Pûtîn tif li rûyê cîhanê kir.
Pêr li bajarê Tirkiyê Stenbolê, bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, di navbera Rûsya û Ukraynayê de peymanek hat mohrkirin.
Armanc ji peymanê, vekirina rêya veguhestina genimê herdû welatan bû.
Lê piştî mohrkirina peymanê bi çend saetan, Rûsya bi dijwarî Bendera Odessa bombardiman kir.
Ev Bender weke navenda herî mezin a veguhestina genim tê naskirin.
Moskowê pêşî ragihand ku wan li dijî Benderê ti êrişê pêk neanîne.
Lê paşê ev îdaya xwe guhert.
Berdevka Wezareta Karê Derve Maria Zaxarova piştrast kir ku artêşa wan bi moşekên Kalibr ên pêşketî li keştiyeke leşkerî dane û got, Binesaziya leşkerî ya li Bendera Odessa hate rûxandin.
Zelensky: Pûtîn tif li rûyê cîhanê kir
Li ser mijarê serokê Ukraynayê Zelensky daxuyaniyek da û got;
Êrişa li dijî Bendera Odessa nîşan dide ku ew ê Rûsya bi ti awayî li gorî peymanê tevnegere.
Eger peyman têk biçe, yekane berpirsiyar Rûsya ye.
Bi êrişa dawî re derket holê ku Pûtîn tif li rûyê Erdogan û Guterres kiriye.
Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê Antony Blînken jî Rûsya bi wê yekê tawanbar kir ku hewldanên çareserkirina pirsgirêka birçîbûnê asteng dike.



