Li Germiyanê bijîşkan malên Tirkiyê boykot kirin

Nerazîbûnên li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê pêk anî, dewam dikin. Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku hikûmeta Iraq û Başûr, bi riya Konseya Ewlehiyê dikarin êrişên deweleta Tirk, rawestînin. Ji bo şermezarkirina komkujiyê, li Germiyanê bijîşkan, dermanên malên Tirkiyê boykot kirin. Konseya ewlekariyê jî wê di 26 Tîrmehê de li ser komkujiya Zaxoyê bi rengekî awarte bicive.

Bertek û nerazîbûnên li dijî Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê pêk anî û di encamê de 9 kesa hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn, dewam dikin.

Li Germiyanê du bijîşkên bi navê Avan Xelîl û Wasq Kerîm weke ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo pêk anî, dermanên malên Tirk boykot kirin.

Mehmûd Osman: Bêdengiya li ber êrişan rê li ber Tirkiyê vedike

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk Siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne û got: “Heta niha hikûmeta navendî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwesteke cidî nîşan nedane.

Divê sînorek ji dewleta Tirk re were danîn.”

Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê, bi rêya Konseya Ewlehiyê dikarin êrişên Tirkiyê rawestînin.

Konseya Ewlekariyê dê li ser komkujiya Zaxoyê bi rengekî awarte bicive

Komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî di aliyê navdewletî de jî rastî nerazîbûnan tê.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da roja Sêşemê (26 Tîrmeh) li ser komkujiya Zaxo û binpêkirina dewleta Tirk li Iraqê, bi rengekî awarte, bicive.

Ev biryar piştî ku Iraqê bi fermî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kir û xwest li ser komkujiyên dewleta Tirk bicive, ji aliyê konseyê ve hat raghandin.

Back to top button