Çar parçeyên Kurdistanê li Lozanê hatin cem hev

Di salvegera 99’an ya Peymana Lozanê de ku di encama wê de Kurdistan hatibû parçekirin, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konferansa Kurd hate lidarxistin. Di konferansê de bal hate kişandin li ser êrişên dewleta Tirk yên ku dewam dikin û hate gotin “Êdî Kurd ne Kurdên sed sal berê ne.”

Di 99. salvegera Peymana Lozanê de, 57 partî û dezgehên siyasî û gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen bi konferansekê li hev civiyan.. .

Konferans li Qesra Rûmîne ya li Meydana Rîpponne ku Peymana parçekirina Kurdistanê lê hatibû îmzekirin, hat lidarixstin.

Piştî deqeyekê rêzgirtin li ser rihê şehîdên kurdistanê, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs bi xêrhatina kesên amade kir..

Karamûs diyar kir ku 99 sal li ser Peymana Lozanê re derbas bûne û di konferansê de wê hemû sazî û kesayetên Kurdistanî helwesta xwe ya li dijî Peymana Lozanê nîşan bidin.

“Kurd êdî ne Kurdên sed sal berê ne”

Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer axivî û bal kişande li ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava û got, “Ji bo ku Lozaneke nû pêk neyê divê Şoreşa Rojava bê parastin.”

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî bal kişande li ser girîngiya konferansê û diyar kir êdî Kurd ne Kurdên sed sal berê ne.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa-TJK-E Zozan Serhed jî axivî diyar kir wê jinên Kurd dagirkerî û xiyanetê qebûl nekin û wiha got, “Li vê eywanê Kurdistan hate parçekirin. Îro em Kurdên çar parçeyan li vir hatin cem hev. Divê êdî Kurd neyên kuştin û bi balafiran neyên bombebarankirin.”

Di dawiya Konferansê de wê encamname were weşandin. Di encamnameyê de bernameya salekê ya komîteya ku li dijî Peymana Lozanê hatiye avakirin wê were eşkere kirin.

Back to top button