Li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Sûriyê û Iraqê çalakî hatin lidarxistin

Çalakiyên li herêmê ên ji bo şeremezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk û komkujiya li Zaxo ya li başûrê Kurdistanê, dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hebûn û bang cîhanê hate kirin ku helwestê nîşanî êrişên deweleta Tirk bidin û qada ezmanî ya bakur û rojhilatê Sûriyê li pêş firîna balafiran bigirin.

Hêrsa gelê herêmê li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk yên ku li Sûriyê û Iraqê pêk tîne, zêde dibin..

Şêx û rûspiyên bajarokê Tebqayê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û komkujiya Zaxo ya li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxiyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe hemû qanûnên navnetewî bin pê dike û ewlehî û aramiya herêmê têk dibe.

Şêniyên bajarê Reqayê jî bi heman armancê çalakiyek li dar xist.

Çalakî ji pêş gulîstana El-Reşîd dest pê kir û li çerxereya El-Neîm veguherî mêtingê.

Li wir, Cîgirê Serokê Desteya Serokatiya Hevbeş a Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xelîl, Hevseroka Meclisa

Malbatên Şehîdan Ibtîsam Ehmed û bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya Etimad El-Ehmed daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan hate diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê Împaratoriya Osmanî zindî bike.

Di dawiyê bang li gelê Iraq û rojhilatê Sûriyê hate kir ku li dijî êrişên Tirkiyê hevgirtina xwe xurttir bikin.

Her wiha Meleyên Mizgeftan yên bajarê Reqayê li Mizgefta Ebu Bekir El-Sidîq daxiyaniyek dan û êrişên li ser herêmê şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa ji bo şermezarkirina êrişên li ser hermê li pêş barageha Rûsya xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanê de şêniyan ji hêzên Rus xwestin bi erkên xwe rabin û êrişên dewelata Tirk ên li ser herêmê rawestînin.

Şêniyên bajarê Dêrazor jî derbarê deswerdanên dewleta Tirk di nav xaka Sûriyê de civînek li dar xistin.

Di civînê de şêniyan li hember hemû awayên dagirkeriyê piştgirî dan hêzên Sûriya Demokratîk-QSD.

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku der barê êrişek nû ya dewleta Tirk li dijî herêmê helwestê nîşan bidin.

Xelkê bajarê Minbicê jî li hember êrişên dewleta Tirk ya li dijî gelê Iraq û Sûriyê, çalakiya nobetê li dar xistin.

Beşdaran di çalakiyê de xwestin ku dewleta Tirk bê darizandin û qada ezmanî ya herêmê bê qedexekirin.

Rêveberiya Xweser ya herêma Efrîn-Şehbayê jî daxuyaniyek da û komkujiya Zaxo şermezar kir.

Di daxiyaniyê xwe de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sînorekî ji dewleta Tirk re deyînin.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn- Sûrî li Şehbayê bi heman armancê, daxuyaniyek da.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe bang li civaka navneteweyî, NY û Rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta Tirk darzînin û qada ezmanî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bikin.

Back to top button