Gundên Zirgan û Til Temirê hatin topbarankirin

Ji duh ve li dijî herêmê êrişên dijwar ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên. Ev êriş vê sibehê zêdetir bûn, taybet li ser Zirgan û Til Temirê. Di encama êrişên duh heta îro de welatiyek şehîd bû û 10 jî birîndar bûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser herêmê bi dijwarê didomin..

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve navenda navçeya Zirganê, gundên bakurê wê, her wiha gundên bakur û rojavayê Til Temirê topbaran dikin.

Di êrişa gundên Zirganê û Til Temirê de welatiyek şehîd û 10 jî birîndar bûn

Ji ber dijwarbûna van êrişan, welatiyek şehîd û 10 jî birîndar bûne. Her wiha zirarên madî gihiştin mal û milkên xelkê..

Di êrişan de li Zirganê jî leşkerekî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Meclisa Til-Temir: Divê hêzên garantor van êrişan rawestînin

Der barê mijarê de, hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb axivî û got: “Ji vê sibehê ve navçeya Til Temirê û gundên wê, navçeya Zirganê û gundên ku welatî di malên xwe de ne hat hedefgirtin..

Hêzên Rûsyayê ku garantor in berpirsin. Ew weke garantor hatin e vir, lê tu bertek nîşan nedan e..”

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb bang li dewletên bibandor ên di dosiya Sûriyê kir ku li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin.

Navenda Til-Rifet û gundên Şêrewa hatin topbarankirin

îro di seatên sibehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat topbarankirin.

Topbaran li nêzî baregeha hêzên Rûsî çêbû.

Di topbarana li ser gundên Şera de 2 leşkerên hikumetê birîndar bûn

Li aliyê din, duh bi şev li dijî gundên Şera ya Efrînê jî êrişên dijwar hebûn.

Topbaraneke dijwar li vê deverê hebû û 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Back to top button