Dayikên Aştiyê li Qamişlo êrişa li dijî Jiyan Tolhildan û her du hevalên wê şermezar kir

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sazî û rêxisitinên jinan bi çalakiyên xwe hêrsa xwe li hemberî şehîdxistina her sê fermnadarên YPJ’ê nîşan dan. Di çalakiyan de de hate gotin dagirkeriya Tirk bi şehîdxisitna her sê fermandarên YPJ’ê dixwaze vîna jina azad ya li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye têk bibe û soza tolhildan û şopandina rêya her sê şehîdan hate dayîn.

Li dijî êrişa dagirkeriya Tirk ya 22’ê tîrmehê ku di encamê de Fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan û her du hevlên wê Roj Xabûr û Barîn Botan şhîd bû, gelê BAkur û Rojhilatê Sûriyê hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Dayikên aştiyê li Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û hedefgiritna fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan û her du hevalên wê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin bêdengiya civaka navnetewî li hemberî êrişên dewleta tirk li ser herêmê tê wateya piştgirdayîna êrişan.

Meclisa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa li dijî fermandarên YPJ’ê şermezar kir

Mecisa Jinê ya Patiya Sûriya Pêşerojê li Qamişlo jî bi heman armancê daxuyanî da û şehîdxisitna her sê fermndarên YPJ’ê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin dagikeriya Tirk bi şehîdxisina her sê fermandarên YPJ’ê xwest îradeya jina azad a ku têkoşîna azadiyê li herêmê dimeşîne têk bibe û têkoşîna her 3 fermandarên jin di têkbirina DAIŞ’ê de bi bîr xist.

Her wiha bang li civaka navnetewî hate kirin li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina sivîl û hêzên parastina herêmê qada ezmanî bigire.

Koordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê şehîdxisitna her sê fermandarên YPJj’ê
şrmezar kir

Koordînasyona Kongra Star ya Herêma Firatê jî bi daxyaniyekê hedefgirtina fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan û û her d hevalên wê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk li şûna DAIŞ’ê di nava bêdengiyeke navneteweyî de sûc û êrişên xwe pêk tîne û soza tolhildan û şopandina rêya her sê fermandaran hate dayîn.

Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Divê têkoşîna li dijî êrişan bê mezinkirin

Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê şehîdxistina her sê fermandarên YPJ’ê re şermezar kir.

Di daxuyaniê de hate gotin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe fermandarên jin ên ku DAIŞ’ê li hermên têk bir hedef digire û bêdengiya civaka navnetewî ya li hember êrişan şermezar kir.

Di dawiyê de bang li gelê herêm hate kirin li dijî êrişên dagirkeriya Tirk asta têkoşînê bilind bikin.

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê: Dewleta Tirk tola têkçûna DAIŞ’ê hiltîne

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî bi hemnan armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin dagirkeriya tirk bi hedefgirtina fermandarên jin ên QSD’ê tola têkbirina DAIŞ’ê hiltîne û soza şopandina rêya wan dewamkirina xta azadiya jinê hate dayîn.

Back to top button