PYD: Fermandar Jiyan şerê li dijî DAIŞ’ê de xwedî roleke pêşeng bû

Meclisa Giştî ya PYD’ê û Kongra Star êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hedef girtina her sê jinên Fermandar şermezarkirin û diyar kirin wê ev êriş nikaribin berxwedana gelên herêmê bişkînin. Bang li gelên herêmê hat kirin ku li dijî êrişan hevgirtina xwe xurt bikin û bang li hêzên navnetewî û welatên Ereb jî hatin kirin ku li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê û şehîdxistina sê fermandarên jin de daxuyaniyek weşand.

PYD’ê êrişên dagirkeriyê şermezar kir û diyar kir ev êriş encama civîna Tehranê ye û wiha got;

“Her roj deweta Tirk êriş û kiryarên xwe yên wêrankirina herêmê siyaseta tolhildanê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Du roj berê dewleta Tirk komkujiyeke din pêk anî, di encamê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, ew jî fermandarên YPJ’ê ne ku di şerê li dijiî DAIŞ’ê de roleke mezin lîstine.

Ev kiryarên dijminane yên rojane ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên civîna dawî ya Tehranê ne.

Armanc jê ew e ku rewşa bi aloz ya herêmê berdewam bike, çareserî pêk neyê û vê yekê jî dagirkeriya xwe dewam bike.”

PYD: Êrişên Tirkiyê wê nikare têkoşîn û berxwedana gelên herêmê bişkîne

PYD’ê destnîşan kir êrişên dewleta Tirk li ser tevahiya mirovahiyê xeterî ye û binpêkirina qanûn û pîvanên navnetewî ne û wiha dewam kir;

“Êriş û hovîtiya dewleta Tirk wê nikare têkoşîna û berxwedana gelên herêmê bişkîne.

Meclisa Giştî ya PYD’ê helwesta hêzên navneteweyî, di serî de ya NY’yê û bêdengiya li dijî komkujî û êrişên dewleta Tirk şermezar kir û ev bang kir,

“Divê NY, hêzên navnetewî û welatên Ereb destwerdanê li Tirkiyê bikin û sînorekî ji sûc û êrişên ser herêmê re daynin. Divê gelên herêmê jî hevgirtina xwe xurt bikin û bi hevre li ber êrişan rabin.

Kongra Star: Ji bo têkbirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk divê jin xwedî li şoreşê derkevin

Kongra Star jî bi heman armancê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina her sê fermandarên jin hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em vê êrîşa hovane ya ku li dijî parazvanên cîhanê ji xeteriya terorê, bi tûndî şermezar dikin.

Ji bo parastina destekftiyên ku di 10 salên şoreşê de hatin bidestxistin û têkbirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, divê jin xwedî li şoreşê û hêzên xwe yên leşkerî derkevin û li dijî gef û êrîşên qirkirinê, di her warî de têkoşîna xwe bilind bikin.”

Kongra Star di dawiyê bang li hemû saziyên mafên mirovan û jinan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê xwedî helwest bin û erkên bi cih bînin.

Back to top button