MSD: PEYAMA ITÎLAFA SÛRÎ REWŞA SÛRÎ ALOZTIR DIKE Û ÇARESERIYÊ TÊK DIBE

Opozisyona bi navê “Itîlfa Sûrî ya Hêzên Şoreş û Guhertinê” bi daxuyaniyekê banga dagirkerina rojhilatê Firatê kir.

MSD’ê ev daxuyanî şermezar kir û diyar kir ku Peyamên bi vî rengî rewşa Sûrî aloztir dike û hewldanên çareserkirinê têk dibe. MSD teqez kir ku ev peyam daxwaza Enqera ya dagirkirina herêmên din ên Sûrî, nîşan dide.

MSD’ê bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî van hewldanan şiyar be.

Opozisyona bi navê “Itîlfa Sûrî ya Hêzên Şoreş û Guhertinê” duh peyamek weşand û banga dagirkirina herêma rojhilatê Firatê kir.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî daxuyaniya Itîlafa Sûrî ya opozisyonê şermezar kir.
MSD di daxuyaniya xwe de weha got:
Yên bi navê Itîlaf û nav li xwe kirine hikûmet, bi vê peyamê xwe weke destekê rêjîma Tirk nîşan didin.
Peyamên bi vî rengî rewşa Sûrî aloztir dike û hewldanên çareserkirinê têk dibe.

MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK:
EV PEYAM ENCAMA TIRSA WAN JI BEŞDARBÛNA ME DI PROSESA SIYASÎ DE YE

MSD’ê sedemê ev daxuyaniya Itilafê jî wiha şîrove kir:
“Ev encama tirsa wan li hember beşdarbûneke MSD nava pêvajoya siyasî ye. Ev beşdarbûn ne tenê ji aliyê Koma Biçûk (Emerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Urdun, Misir û Siûdiyê) e, lê belê ji aliyê daxuyaniyên nûnerê navnetewî Geer Pederson ên der barê beşdarbûna MSD pêvajoya siyasî ve.”

MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK:
EV PEYAM DAXWAZA ENQERA YA DAGIRKIRINA HERÊMÊN DIN ÊN SÛRÎ, NÎŞAN DIDE

MSD teqez kir ku ev peyam daxwaza Enqera ya dagirkirina herêmên din ên Sûrî, nîşan dide û wiha pê de çû:
Rêjîma Tirk hewl dide bi van rêbazan aloziyên xwe yên siyasî, aborî û hundirîn bavêje derveyî sînorên xwe. Em weke Meclîsa Sûriya Demokratîk peyama Itîlafê bi tundî şermezar dikin û teqez dikin ku herêmên me bi xwîna şehîdên QSD yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Turkmen, Aşûr, Misilman, Xiristiyan û Êzdî gihaştiye asta ewlehiya ku em niha tê de jiyan dikin.

MECLISA SÛRIYA DEMOKRATÎK:
DIVÊ GELÊ SÛRIYÊ LI HEMBERÎ HEWILDANÊN ITÎLAFÊ ŞIYAR BE

MSD daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:
“Em bang li gelê xwe yê li bakur û rojhilatê Sûriyê û hemû gelên Sûrî yên li hundir û derve dikin ku li hember hewldanên Itîlafê hişyar bin. Her wiha em bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariya, Komkara Ereban û Koalisyona Navdewletî dikin ku rê li pêşiya rola rikber a rêjîma Tirk bigirin û dawî li dagirkirina wê bînin.”

Leave a Reply

Back to top button