Li Lozan a Swîsrayê Konferansa Kurd pêk hat

Di salvegera 99’an a Peymana Lozanê, li vî bajarî bi xwe Konferansa Kurd pêk hat.
57 nûnerên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.
Di encamnameya Konferansê de hat gotin:
Ew piştgiriyê didin rizgarkirina deverên dagirkirî û naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê.

Doh salvegera 99 a Peymana Lozanê bû.

Bi vê boneyê, li bajarê Lozan ê Swîsreyê Konferansa Kurd hat lidarxistin.

57 partiyên siyasî, sazî û rewşenbîr tevli konferansê bûn.

Piştî nirxandin û nîqaşan, encamnameya konferansê hat eşkerekirin.

Konferansa Kurd a li Lozanê duh bi encamnameyekê bi dawî bû

Di encamnameyê de, hat gotin:

”Berî 99 salan li Lozanê konferanseke navneteweyî pêk hat û tê de peymanek hat îmzekirin.

Nûnerên Kurdan ne li konferansê bûn, pirsa tiştekî jî ji wan nehat kirin.

Lê dîsa jî, ji bo Kurdan biryar girtin û Kurdistan kirin 4 parçe.

Piştî îmzekirina peymanê li Kurdistanê pêvajoyeke tarî dest pê kir û Kurd rûbirûyî komkujiyan man.

Lê Kurd li dijî vê plana tarî, li ber xwe dan û têkoşîn dan destpêkirin.

Di encamê de, îro li Başûrê Kurdistan statuyeke federal, li Rojava jî Rêveberiya Xweser û li Bakur û Rojhilat jî tevgera azadiyê heye.

Ji bo wê jî Kurd ne Kurdên berê ne, wê bi yekîtiya xwe ya neteweyî xwe ji Lozaneke nû rizgar bikin.”

Konferans bi hin biryaran dawî bû, ji wan biryaran jî:

  • Peymana Lozanê, bêyî pirsîna ji Kurdan hatiye îmzekirin, em vê peymanê red dikin.
  • Konferans, piştgiriyê dide rizgarkirina deverên dagirkirî û naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê.
  • Konferans, li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên parastina Medya û bikaranîna çekên kîmyewî ye.
  • Em bang li hemû Kurdan dikin ku li ber êrişên dagirkeran û planên wan rabe.
  • Her wiha bang li NY û dewletên ev peyman îmze kirine dikin bi peymaneke nû mafê Kurdan bidin.

Piştre hat ragihandin wê 22 Tîrmehê meş û mîtîng li Ewrûpayê werin lidarxistin.

Ev çalakî jî wê bi slogana ”Di sala 100’î ya Lozanê de 100 Kurd diçin Lozanê” be.

Konferans bi xwendina Sirûda Neteweyî ya Kurdistanê bi dawî bû.

Back to top button