Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê êrişa li dijî 3 fermandarê YPJ’ê şermezar kir û got: Xwîna hersê fermandarên şehîd wê li erdê nemîne.
Însiyatîfê hedefgirtina her sê fermandarên jin, terora dewleta Tirk a li dijî bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê, hedefgirtina jîngehên ewle şermezar kir.
Însiyatîfê bang li hêzên garantor, Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina serdestiya Sûriyê gavan bavêjin.
Her wiha însiyatîfê teqez kir ku ewê xwîna şehîdan li erdê nehêlin, wê dagirkeriya Tirk berdêleke biha bide ji ber sûcên ku pêk tîne.