Ji doh ve êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê ranewestiyaye.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Bû Xaz ê rojhilatê Babê topbar kir.
Artêşa dagirker doh derengiya şevê gundê Kirediyê gundê El-Bû Xaz ê rojhilatê bajarê Baba dagirkirî bi çekên giran topbaran kir.
Heman şevê çete û leşkerên artêşa dagirker Gundê Nêrebiyê yê Şehbayê jî topbarankirin.
Ji xwe ev 2 rojê artêşa dagirker bi awayeke ketuber gundewarê Zirgan û Til Temirê topbaran dike û di encama van topbaran de welatiyek şehîd bû û 10 jî birîndar bûn.