Rêxistinên jin ên li herêmê bêdengiya koalisyonê şermezar kirin

Rêxistinên jin ên li herêmê der barê şehadeta her sê şervanên YPJ’ê û bêdengiya Koalisyona navdewletî li Hesekê li pêş baregeha Koalisyona Navdewletî daxwiyaniyek da.

Rêxistinan di daxwiyaniya xwe de êrişa li Qamişlo ya li dijî hersê şervanên YPJ’ê şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk ji ber aloziyên xwe yên hundir, dema dawî bi her awayî êrişî herêmê dike.

Di êrişên xwe de sivîlên bêguneh dike armanc û hemû peymanan bin pê dike.”

Rêxistinan her wiha diyar kirin ku ev êrişa li dijî her sê şervanên YPJ’ê bi armanca şikenadina vîna jinan e û ev gotin :

“Bi vê êrişê dixwestin destketiyên gelê herêmê, taybet yên jinan têk bibin.

Bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk dibe sedem ku gelên herêmê rastî êrişên dewleta Tirk bên.”

Dawiya daxuyaniyê, Rêxistinên jinan bang li hemû aliyên peywendîdar kirin ku bi erka xwe rabin û sînorekî ji van êrişên Tirkiyê re deynin.

Back to top button