Li Dêrikê perwerdeya destwerdana lezgîn hatiye destpêkirin

Di çarçoveya tedbîrên rewşa awarte de Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêma Cizîrê perwerdeya destwerdanên lezgîn ji bo şêniyan da destpêkirin.
Niha jimareke mezin ji şêniyan beşdarî perwerdeyê dibin û xwe ji bo rewşa şer amade dikin.FILM

Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand.

Piştî vê biryarê saziyên Rêveberiya Xweser ketin nav liv û tevgerê û xwe li gor rewşa şer amade dikin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rewşeke aware perwerdeya destwerdana lezgîn daye destpêkirin.

Li gor wê jî, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bibin.

Bêrîvan diyar kir ku perwerde li hemû navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan tên dayîn.

Endamê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa jî ji bo beşdariya perwerdê ev bang li şêniyan kir.

Darîn Ehmed Yek ji şêniyên Qamişlo beşdarê perwerdê bû diyar kir ku ev perwerde ji bo wan gelek sûdmend bûye, taybet jî di vê rewşa şerde, da ku bikaribin li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi erka xwe rabin.

Back to top button