Ji doh ve dewleta Tirk bi dijwarî êrişî herêmêû dike. Îro jî gundewarê Til Temir, Şehba û Zirganê hatin topbarankirin.
Dewleta Tirk vê sibehê gundê Tewîla, Til Tewîla û Til Cuma yên Til-Temirê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de ziyanên madî gihiştin cih û warên sivîlan.
Artêşa Tirk gundê Esediyê, Mezrê û Bisîs topbaran kirin
Her wiha gundê Esediyê, Mezrê, Bisîs ê Zirganê jî hatin armancgirtin.
Heman wextê artêşa dagirker baregeheke hêzên hikumeta Şamê li gundê Hirbil û Til Medîq ê kantona Şehbayê jî topbaran kir.
Li aliyê din, tîmên saziya elektirîkê dest bi sererastkirina xetên elektirîkê ên gundê Um-El-kêf ku artêşa Tirk û çeteyên wê 23`yê Tîrmehê hedefgirtibûn û ji kar derketibûn kir..
2 rojan li pêyî hev ji ber topbaranê, tîmên sererastkirinê nikarîbûn karê sererastkirinê bidin dest pêkirin, lê îro ji bo xelk bê elektirîk nebîne dest bi kar kirin..