Sibe Konseya Ewlekariyê ji bo mijara komkujiya Zaxo kom dibe

Iraq dixwaze êdî hedekê ji bo dagirkeriya Tirkiy êdêne.
Li ser giliyê parlamentoya Iraqê, sibe Konseya Ewlekariyê ya NY bi mijara komkujiya Zaxo a ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin, kom dibe.
Di vê naberê de Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resûl eşkere kir ku welatê wî amadeye xwe li hemberî êrişan biparêze.

20’ê Tîrmehê, artêşa Tirk nîvê rojê li Zaxo, navendeke geştiyariyê topbaran kir.

Di encamê de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dets dan û 23 jî birîndar bûn.

Piştî êrişê li seranserê Iraqê xwepêşandanên girseyî li dijî dewleta Tirk pêk hatin.

Her çendî rêjîma Tirk hewl da êrişê bixe stûyê PKK’ê jî lê Wezîrê Karê Derve ê Iraqê Fûad Hisên ê li cihê bûyerê lokolîn pêk anîn teqez kir ku komkujî ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kirin.

Paşê parlementoya welat li ser mijarê civînek taybet pêk anî û tê de biryar da ku mijarê bibe rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Li ser biryara parlementoyê, Konseya Ewlekariyê wê sibe kom bibe.

Yehya Resûl: Iraq wê xwe li dijî êrişan biparêze

Beriya vê civînê, Di vê naberê de Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resûl Tirkiyê bi wê yekê tawanbar kir ku serweriya Iraqê binpê dike.

Resûl bang li Enqerê kir da ku dawî li êrişên xwe bîne û got,

Iraqê li hemberî êrişan wê berevaniyê bike.

Li gorî Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT);

“Ji Tebaxa 2015’an heta niha 129 welatiyên sivîl di êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê de şehîd bûne, nêzîkî 180’ê kes jî birîndar bûne.

Bi êrîşa dawî ya li Perexê re hejmara welatiyên li Başûr hatin qetilkirin gihişte 138 kesan û nêzî 200 kes jî birîndar bûne.

Back to top button