Cûntaya leşkerîya Myanmarê 4 dijberên darbeyê darve kir

Artêşa darbekar ya li Myanmarê, zexta li ser civakê didomîne.
Li welatê ku bêtirî salekê ye ji aliyê artêşa darbekar ve tê birêvebirin, parlamenterê berê yê partiya desthilatdar Phyo Zeya Thaw jî di nav de, 4 kes hatin darvekirin.

Piştî ku li Myanmarê bi darbeyeke leşkerî hikûmeta hilbijartî ya demokratîk hilweşand, cûntaya leşkerî desthilatdarî bi dest xist û 4 kes bidar ve kir.

Di nav wan de cîgira berê ya ji partiya serokwezîra îstifakirî Aung San Suu Kyi jî hebû.

Piştî çend salan ev cara yekem bû ku cezayê darvekirinê li welat tê sepandin.

Parlamenterê berê yê partiya desthilatdar Phyo Zeya Thaw di Çileyê paşîn de li gorî “qanûnên dij-terorîzmê” cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Aktîvîstê navdar ê demokrasiyê Kyaw Min Yu jî bi heman hincetê ji aliyê cûnteya leşkerî ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Rojnameya Myanmarê Global New Light diyar kir ku 4 muxalifên cûntayê ji ber “kiryarên terorê yên hovane û nemirovane” hatine darvekirin.

Artêşa Myanmarê bi hinceta ku di hilbijartinên 8’ê Mijdara 2020’an da nelirêtî pêk hatiye, 1’ê Sibata 2021’an li welat darbeya leşkerî pêk anîbû.

Artêşê gelek rayedar û serokên partiyên desthilatdar bi taybetî seroka partiyê Aung San Suu Kyi binçav kiribûn û ji bo salekê rewşa awarte ragihandibû.

Back to top button