Li Japonya yekemîn pêketiyê vîrûsa Meymûnê hate dîtin

Vîrûsa Meymûnê di nava bêdengiyê de li cîhanê belav dibe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vîrusa Meymûnê wekî rewşa awarte ya cîhanî ragihandibû.
Piştî vê yekê li Japonya jî yekemîn pêketiyê vîrûsa Meymûnê hate dîtin.

Li gorî nûçeya Reutersê, li Tokyoyê di zilamekî 30 salî de vîrûsa Meymûnê hat dîtin.

Vîrûsa Meymûnê heta niha li bêtirî 75 welatan hatiye dîtin.

Her wiha bêtirî 16 hezar pêketiyên vîrûsê jî hatine tesbîtkirin.

Herî dawî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî vîrusa Meymûnê wekî rewşa awarte ya cîhanî destnîşan kir.

Ji ber vîrûsê heta niha 5 kes li Afrîka jiyana xwe ji dest dane.

Vîrûsa ku tê zanîn bi têkiliya nêzîk derbas dibe, dibe sedema birînên çerm û nîşanên mîna gripê.

Back to top button