Pakistanê…Jimara kesên ji ber baranên mûsonê mirine gihişt 298’an

Ji nîva Hezîranê ve li Pakistanê baranên mûsonê bi bandorin.
Ji ber bandora zê de ya li seraserî welat jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihişt 298’an.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de cih digirin, barana zêde ya ku bi hefteyan e li gelek bajarên welêt dewam dike, bandoreke neyînî li jiyanê kiriye.

Di encama felaket û qezayên ji ber barana zêde ya li Karaçî xetên elektirîkê qût bûn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gelek deverên bajêr banê xaniyan hilweşiyan, rê di bin avê de man.

Ji ber barana zêde li bajarên Karaçî û Hyderabadê îro betlaneya fermî îlan kir.

Di 24 saetên dawî de li gelek bajarên welêt ji ber barana zêde 8 kes mirin.

Bi vî awayî di 5 hefteyên dawî de li Belûcistanê 100, li Sindhê 74, li Xayber Pahtunhva 63 û li Pencabê 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytext Îslamabad barana bihêz xwedî bandor bû.

Back to top button