Li Ewropa û Amerîka bi dehezaran hektar erd şewitiye

Serê parzemîna Ewropa û Amerîka ji ber germa diêşe.
Germahiya zêde ya li van welatan, bûye sedema ku şewatên heyî zêde bibe.
Tenê di nava demên dawiyê de, li Spanya û Îtalyayê ji ber şewata daristanan bi deh hezaran hektar erd zirar dîtine.

Li Ewropa û Amerîka ji ber germa zêde, zengilên alarmê tên lêdan.

Li van herdû parzemînan têkoşîneke zêde ya dijî şewatê heye.

Yek ji navendên şewatên herî mezin yên li Ewropa, Spanya ye.

Ji despêka Tîrmehê ve, şewatên daristanê yên li welat despê kirî, bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye.

Tenê di navbera 3 heta 17’ê Tîrmehê de, herêmeke ji bêtirî 70’ê hezar hektar erd şewitiye.

Li welatê cîran Portugalê jî heman rewş heye.

Tevî hemû hewildanan jî hîna 4 şewatên mezin yên daristanan didomin.

Ji ber ketina balafirek yê vemirandina şewatê jî, pîlotê wî jiyana xwe ji dest da.

Hemwextî şewata heyî, ji ber germa li van herdû welatan jî heta niha nêzî 2 hezar kes mirine.

Ev der jî Îtalya ye.

Lî Îtalya şewata heyî hîna jî ne hatiye kontrolkirin.

Mîna ku şewat bi têrê nake, pêla germahiyê asta metirsiyê bûye sedema ku alarma rengê purteqalî.

Li Fransa jî tenê di navbera 15-16’ê Tîrmehê de, bi qasî 17 hezar hektar erd şewitî.

Li Yewnanîstanê ji ber şewatê gelek gund hatin valekirin.

Li Girit jî 15 hezar donim erd şewitiye.

Brîtanya jî ji ber germahiya zêde di nava alarmê de ye.

Li welat germahiya herî zêde ya salên dawiyê heye.

Li parzemîna Amerîka jî rewş ji ya li Ewropa ne zêde baştire.

Li 19 eyaletên DYA 293 şewatên daristanan didomin.

Tenê li Alaska 81 hezar hektar bû xwelî.

Back to top button