Amerîka..di êrişa li Los Angeles de 2 kes mirin 5 jî birîndar bûn

Di nava rewşa heyî de, diyare li Amerîka êrişên çekdarî wê kêm nebe.
Li bajarê Los Angeles yê DYA di nava baxçeyekê de êrişek çekdarî pêk hat.
Di êrişê de 2 kes mirin û bêtirî 5 jî birîndar bûn.

Li bajarê Los Angeles ê eyaleta Kalîforniyayê ya DYA êrişek çekdarî pêk hat.

Daîreya Agirkujiyê ya Los Angelesê ragihand ku êrîş li pêşangeheke otomobîlan an li nêzî Baxçeyê Peckê pêk hatiye.

Di êrîşa çekdarî ya ku li gor saeta herêmî derdora 15.50’an dest pê kir de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Di 24ê Gulanê de li bajarê Uvalde yê eyaleta Teksas a DYAyê li Dibistana Seretayî ya Robbê di êrîşa çekdarî de 19 jê zarok 21 kes di êrişa çekdarî de hatibûn kuştin.

Back to top button